Zaxo.. Termê zilamekî li tenişt Xabîrî hat dîtin

Zaxo.. Termê zilamekî  li tenişt Xabîrî hat dîtin

WAAR_Duhok:

Termê zilamekî ku nasnameya wî eşkera nîne îro li tenşit Xabîrî li Zaxo hat dîtin û bo Bijîşkîya Dad ya Duhokê hat rewanekirin.
Nuh Silêman peyamnîrî WAARê li Zaxo ragehand; Îro siet 8:00 sibehê li nêzî pira xanî li tenşit Xabîrî li senterê bajarê Zaxo termê zelamekê hat dîtin û polîs li cihê bûyerê amade bûn û vekolîn destpêkirin.
Peyamnêrî WAARê eşkera kir; Di vekolînên destpîkê yên polîsan da diyar bû ku temenê wî kesî dinavbera 30 bo 35 salan daye û cilên xewê li berin û pitirî mehekê ye maye dinav avê da û jiber nebûna çi nasnameyan digel wî nehatîye zanîn ka çi kese.
Diyar jî kir: Termî wî kesî bo Bijîşkîya Dad ya Duhokê hatîye rewanekirin û lidor zanîna rastîya bûyerê jî, perên vekolînê ji alîyê polîsan ve hatne vekirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday