Yekîtîya futbola Îraqê bi fermî yaneya Duhok siza da

Yekîtîya futbola Îraqê bi fermî yaneya Duhok siza da

 

Waar –Duhok:

Yekîtîya futbola Îraqê bi fermî yaneya Duhok bi paşvebirinê bo xula ple yek û kujmekê pareyî siza da

Serokê yekîtîya futbola Îraqê Ebdilxaliq Mesûd ragehand ku yekyîtîya futbolê bi yek çav temaşeyî hemû yaneyên xula nayab dike û dilgiranîya xwe jî, ji wan alîyan dîyar kir ewên goman li ser dirûyatîya desteya kargêrîya yekîtîya futbola Îraqê di serederîkirinê da di gel yaneya heye, û got yekîtîya futbolê nivîsara yaneya Duhok sebaret xwe vekêşanê û ragirtina çalakîyên xwe di xulên Îraqê da wergirt ser encamê wan reftar û kawdanan ewên di yarîya pêş dawîya kupa Îraqê da li Bexda di yarîya Cewye û di hok rû dayin û di encamda yaneya Duhok bi dorandin bi sê golan bê beramber ji yarîyê derketî, zêdetir Ebdilxaliq Mesûd aşkere kir ku li dûv  rênmayên hatine danan ji layê lijneya berîkaneyan, sebaret xwe vekêşana her yaneyekê ji xulê yan ne amadebûnê li dû yarîyan li dûv yek bi jêbirina encamên yarîyên wê yên borî û daketina wê yaneyê bo pleyeka nizimtir digre, di gel sizadana wê bi kojmekê pareyî.

Hêjî gotinê ye Duhok pênc yarî ji koma yekê ya xula nayaba Îraqê mabûn ku çar ji wana li yarîgeha wê bûn û yarîyek li derve bû û li rêza dawîyê di koma xwe da tê.

Babetên bi vê mijarêve girêday