Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Herêma Kurdistanê dike

WAAR_Duhok:

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov di destpêka mehê bihê de serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê dike.

Di daxuyanîyekê da Mîxaîl Bogdanof hinartîyê taybet yê serokê Rûsya bo karubarên Rojhelata Navîn û Efrîqya eşkere kir: Mîxaîl Bogdanof ragihand, di destpêka Cotmeha îsal de Sergey Lavrov dê serdana Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike.

Bogdanov herwiha diyar kir, di serdana xwe ya bo Hewlêrê de, Lavrov dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî civîn û hedvîtinan pêk bîne.

Ev dibe yekemîn serdana Sergey Lavrov bo Herêma Kurdistanê.

Babetên bi vê mijarêve girêday