Wezîrê bergirîya Îsraîlê çareya pirsan bo Iraqê û Sûrîyê ragîhand

Wezîrê bergirîya Îsraîlê çareya pirsan bo Iraqê û Sûrîyê ragîhand

 

Waar–Duhok:

Wezîrê bergirîya Îsraîlê ragehand; take çareya pirsên rojhilata navîn, parçebûna Îraq û Sûrîyê ye.

Di hevpeyvînekê da digel malperekê Amerîka, Evîgdor Lîberman wezîrê bergirîya Îsraîlê got: ewa niha li Îraq û Sûrîyê û Yemenê rûdide, erdhejeka dîrokîye û bi taybet jî li Îraq û Sûrîyê ku jêderên pirsên rojhilata navîn, pêdvîye bên parçe kirin û sînorên dewletên taîfî û neteweyî bên danan.

Got jî: rêkevtinameya Saykis Pîko, bê guhdarîya pirsên taîfî û neteweyî, sînor kêşan, nihajî dema behsa parçebûn û avabûna dewletên nû tên krin, nabe çi sîyasîyên çep, xwe nerazî bikin, ji berku çare her parçebûne.

Babetên bi vê mijarêve girêday