Veguhestina kel û pelên bataryaya duyemîn a S-400 bo firokxaneya leşkerî ya Murtedê temam bû

Veguhestina kel û pelên bataryaya duyemîn a S-400 bo firokxaneya leşkerî ya Murtedê temam bû

WAAR_Duhok:

Wezareta Bergirîya Tirkiyê bi daxuyaniyekê nivîskîde ragihand ku veguhestina kel û pelên bataryaya duyemîn a sîstema S-400an bo firokxaneya leşkerî ya Murtedê Enqere ku 27ê tebaxê dest pê kiribû, îro temam bû.

Di daxuyaniyede hat bibîrxistin ku ji bo dabînkirina pêwîstiya parastina mûşek û asmanî ya Tirkiyeyê peymana kirîna S-400an di 11ê Nîsana 2017an de bi Rûsyayê re hat îmzekirin û di çarçoveya peymanê de veguhestina alavên bataryaya yekemîn a pergalê di 12-25ê tîrmehê da temam bû.

Babetên bi vê mijarêve girêday