Trump spasiya rolê Kurdan jibo kuština Bexdadî kir

Trump spasiya rolê Kurdan jibo kuština Bexdadî kir

WAAR_Duhok:

Serokê Amerîkayê îro di gotarekê taybet de kuština xelîfê rêkxistina teroristên DAIŠê li parêzgeha Idlibê li sûrîyayê ragihand.

Donald Trump di ragihandineke dîrokî de kuština Ebubekir Bexdadî pišt rast kir û got: Pištî wergirtina agahîyên hewalgîrî yên dirust hêzên taybet yên Amerîkayê bi alîkarîya 8 helîkopteran operasyonek li sinorê parêzgeha Idlibê bo kuština Ebubekir Bexdadî encam da.Bexdadî 3 zaroyên xwe digel xwe birin nava tonêleka girtî da li bin wî ava hî û kemera xwe ya têntîkirî teqand û di encam de ew û her 3ê zaroyên wî hatin kuštin.

Trump git jî: Kurdên Sûryê bi rêya dana hinek agahîyan alîkarîya operasyona Amerîkayê kir û Îraq û Tirkîya û Rûsya jî di wê operasyonê de alîkar bûn.

Trump Bexdadî bi kesekî tirsinok navkir û got:Bexdadî di dawî çirkeyên jîyana xwe de di kire qêjî u hewar û jî seyên zêrevanîyê yên amerîkayê di revîya di operasyonê de ew û çekdarên digel de jî hatin kuštin,hêzên Amerîkayê ti zîyan nebûn û dest biser çendîn belge û zanyarîyên digel de hatin girtîn.

Babetên bi vê mijarêve girêday