Trump: Sizayên giran li dijî Tirkiyê di rê de ne

Trump: Sizayên giran li dijî Tirkiyê di rê de ne

WAAR_Duhok:

Donald Trump di twîtteke nû de li ser pêşhatên Rojavayê Kurdistanê ragihand: Sizayên giran li dijî Tirkiyê di rê de ne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din rexne li helwêsta welatên Ewropayê ya derbarê çekdarên DAIŞê yên girtî de girt û got, welatên Ewropayê dikarîn çekdarên DAIŞê bibin. Bi gotina Serokê Amerîkayê, divê Tirkiye û welatên Ewropayê têkildarî vê mijarê bi awayekê bilez tevbigerin.

Trump herwiha dibêje: Dibe ku Kurd bi berdana çekdarên DAIŞê me rakişînin nava şer.”

Trump diyar kir, ku ew naçin nav şerê du aliyan ku 200 sal e şerê hev dikin.

 

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday