Trump biryara zêdekirina bacê li ser Çînê ragihand

Trump biryara zêdekirina bacê li ser Çînê ragihand

WAAR_Duhok:

Serokê Amerîkayê biryar da baca gomirkî bi rêjeya 5% li ser hawirdeyên Çînê zêde bike piştî wî welatî gaveka bi heman awayî havêtî.

Donald Trump ragehand; Amerîka êdî bi çi awayekî xwe vedizîna zêdetir ya Çînê ji bazirganîya hevseng û dadperwer qebûl nake û dê baca gomirkî li ser hawerdeyên wê zêde bike.
Diyar jî kir: Baca gomrikî dê bi rêjeya 5% li ser hawirdeyên Çînî bê zêdekirin ku niha 25% ye û dê bo 30% bê bilindkirin ku qebareyê wê digehe 250 milyar dolaran.
Trump got jî: Ew yek jî weke bersivekê ye jibo Çînê ku gaveka bi heman awayî havêtîye.
Ev biryara Donald Trumpî li demekî ye, Çînê biryar daye bacê bi qebareyê 75 milyar dolaran bidane ser hawirdeyên Amerîkayê.

Babetên bi vê mijarêve girêday