Tirkîyê teqîna li Hewlêrê şermezar kir û amadebûna xwe jî bo çareser kirina birîndaran dîyar kir

Tirkîyê teqîna li Hewlêrê şermezar kir û amadebûna xwe jî bo çareser kirina birîndaran dîyar kir

 

Waar –Duhok:

Hikûmeta Tirkîyê teqîna Hewlêrê şermezar kir û ragîhand; ew dê berdewam piştevanîyê li gelê Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê bike.

Wezareta derve ya Tirkîyê di beyanekê da, teqîna doh ya li Ankawe rûdaye, bi dijwarî şermezar kir, ewa du welatîyên bakûrê Kurdistanê têda hatine şehîd kirin.

Di beyanê da hatîye, li gorî zanyarîyên berpirsên herêmê, lêkolînên destpêkî xuya kirine ku kesên di teqînê da hatine şehîd kirin Tirkin û niha pişknîna (DNA bo tên kirin ji bo piştrastibûnê ji nasnameya wan.

Hikûmeta Tirkîyê herwesa amaje kir, 5 welatîyên Tirk jî di teqînê da birîndarbûne û hikûmeta herêmê hatîye agehdar kirin ku Tirkîyê amadeye pêşwazîyê li birîndaran bike ji bo çareserkirina wan.

Hikûmeta Tirkîyê di beyana xwe da dîyar kirîye, ew dê berdewam piştevanîyê li gelê Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê di şer wan yê dijî terorê da bike.

Babetên bi vê mijarêve girêday