Tirkîyê hêzên zêdetir rewaney sinorên rojavayê Kurdistanê kirin

Tirkîyê hêzên zêdetir rewaney sinorên rojavayê Kurdistanê kirin

WAAR_Duhok:

Tirkîyê hêzên zêdetir rewaney sinorên rojavayê Kurdistanê kirin, piştî rêkkeftina HSDê û hikumeta Sûrîyê.
Li gorî medya Tirkîyê şevêdî direng supayê Tirkîyê karwanekê din yê hêzê ku ji hejmareka tank, zirîpoş û serbazan pêkhatibû rewaney bajarkê Kanîya Xezalan kir, ku ser bi parêzgeha Rihayê veye.
Medya Tirkîyê diyar kir: Ew karwanê nû dibin rêkarên emnî yên tund da gehiştin wî bajarkî û ji wî karwanî nêzîkî deh tankan bo piştevanîya hêzên din yên Tirkîyê ber bi sinorî hatin rewanekirin.
Rewanekirina dawî karwanê serbazî yê Tirkîyê li demekî ye, ku şevêdî HSDe û hikumeta Sûrîyê bo bersîngirtina êrişên Tirkîyê liser rojavayê Kurdistanê rêkkeftin ku supayê Sûrî biçe deverên sinorî.

Babetên bi vê mijarêve girêday