Tirkîyê: Di rûdana trafîkê de kesekê ji herêma Kurdistanê jîyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn

Tirkîyê: Di rûdana trafîkê de kesekê ji herêma Kurdistanê jîyana xwe ji dest da û 6 kes birîndar bûn

WAAR_Amed:

Li gor agahîyan li ser rêya bajarê Bayburtê û Ezromê tirombêleka teybet ya geştîyarên ji Başurê Kurdistanê hatî qulipî di encama rûdanê de kesêkê temenê wî 25 salî ye bi navê Selah Eyûb Yasîn li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da. 3ê ji wan zarok 6 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar jibo dermankirine hatin veguhastin nexweşxaneyê û lêkolînan liser bûyerê destpê kirin.
Hejayê gotinêye di 4 rojên cejnê de di nêzî 80 rûdanên trafîkê de 55 kesan jîyana xwe ji dest da û 533 kes jî birîndar bûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday