Tirkîyê dê peywendîyên xwe digel Îraqê baştir bike

Tirkîyê dê peywendîyên xwe digel Îraqê baştir bike

 

Waar–Duhok:

Serok komarê Tirkîyê aşkera kir, roja şembîyê serok wezîrên Tirkîyê dê seredana Îraqê bike û ew dê peywendîyên xwe li gel Bexda baştir lêken û PKKê doza Kurdî ji bo meremên xwe bikar tîne.

Receb Tayîb Erdogan, serok komarê Tirkîyê di kombûnekê da li gel muxtaran li Enqere ragehand: Bînalî Yildirîm, serok wezîrên Tirkîyê li roja şembîyê dê serdana Îraqê bike û ev demeke peywendîyên wan sistî ketîyê, lewra dê peywendîyên xwe li gel Îraqê baştir lêken.

Got jî: eger pêdvî kir, dê hêzên xwe li deverê zêdetir lêken û her hewleka di şîyan da dê bikin, sexmeratî rêgirîkirina hewlên drustbûna şerekê mezhebî li Îraq û Sûrîyê.

Sebaret rewşa navxweya Tirkîyê şerê li gel Partîya Karkerên Kurdistanê, Erdogan got: PKKê doza Kurdî bo bicîh anîna merem û armancên xwe yên taybet bi kar tîne, ew jî rê naden ew yek bê kirin û dîyar jî kir:, ew dê berdewam dûvçûna PKKê û gruba xizmet ya Fethulla Gûlen biken û dê hemû wan alîyan jî desteser biken ku piştevanîyê lê diken.

Serok komarê Tirkîyê behsê operasyona leşkerê xwe li bajarê Babê jî kir û da zanîn:: berhevîyên nû bo bidawî anîna serkeftîyane ya operasyona dijî Daişê li Babê tên kirin, li dûv da jî, Tirkîyê dê berdewam be li ser paqijkirina deverên din yên Sûrîyê yên terorîst lê hene.

Babetên bi vê mijarêve girêday