Şingal: pêşmerge 40 terorîstên Daişê girtin

Şingal: pêşmerge 40 terorîstên Daişê girtin

 

Waar –Duhok:

Hêzên pêşmerge 40 terorîstên Daişê, li Şingalê girtin û êrîşeka terorîstan li navçeya Hemaş şikand.

Newaf Xudêda, fermandê cengawerên Êzîdî li Şingalê, dîyar kir; îro, hêzên pêşmerge û cengawerên Êzîdî, 40 terorîstên Daişê, ku binyazbûn ji senterê Şingalê bi revin, girtin, paşê dîyarbû ku her hemû Îraqî ne û xelkê derdorên deverdarîya Şingalê ne.

Ji alîyekê din ve, jêderekî pêşmerge aşkere kir; terorîstên Daişê êrîşî hêzên pêşmerge li navçedarîya (Hemaş) ku pazde kîlometran li bakûrê rojhelatê devera Şingalê ye kirin, lê pêşmerge êrîşa wan şikand û 15 terorîst kuştin.

Babetên bi vê mijarêve girêday