Sibê Ebadî diçe Tirkîyê

Sibê Ebadî diçe Tirkîyê

Waar –Duhok:

Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê sibê bi serdaneka fermî dê biçe Tirkîyê û beşdarîyê di kombûna konseya hemahengî ya sitratîjî ya di navbera herdû welatanda bike.

Navenda ragehandina serokatîya wezîrên Tirkîyê ragehandîye : ku Heyder Ebadî li ser daxwaza Davudoglu serok wezîrên Tirkîyê li 25 û 26 vê mehê dê li Tirkîyê be.

Di çarçeva vê serdanê da Ebadî û Davudoglu dê serpereştîya kombûna konseya hemahengî ya stratejî ya Tirkîyê û Îraqê di astê bilinda bikin, ku yekemîn kombûna vê konseyê li meha tişrîna yekê ya sala 2009 li Bexda hatibû kirin.

Hevdem mekanîzma konseya hemahengî di astê bilind da, hemahengîyê di derbarê mijarên sîyasî, aburî, têhnê, jêderên avê, kûltur, asayiş û diwarê serbazî dinavbera herdû welatanda li xwe digre.

Herwesa di ragehandinê da hatîye serdankirina berpirsên herdû welatan di mawê mehekêda û girêdana kombûna hemahengî ya stratejîk li piştî maweyekê pir giring ya herdû welatan li berhingarbûna gefên terorê li deverê û hemahengî ya Tirkîyê û Îraqê divî warîda nîşan dide.

Babetên bi vê mijarêve girêday