Şêxan- Jinek û zilamek ji ber kêşeyeka komeleyatî hatin kuştin

WAAR_Duhok:

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Dihokê Hêmin Silêman aşkere kir ji ber kêşeyeka komeleyatî 2 kes li sînorê bajarokê Şêxanê hatin kuştin.

Hêmin Silêman ji WAARê re got: “Îro yekşemê  ji sedema kêşeyeke komeleyatî li gundê Mexara ser bi Şêxanê li parêzgayê Duhokê zilamekî jina xwe kuştiye. Herwiha piştre heman zilamî çûye zilamek jî kuştiye û amaje bi  wê çendê jî kir ku bingeha polîsê Etrûşê hatiye erkdarkirin û lêkolînên wan dest pê kiriye û fermana destgîrkirinê bo tohmetbarê buyerê hatiye derxistin.

2 كه‌س ل شێخان هاتنه‌ كوشتن

2 كه‌س ل شێخان هاتنه‌ كوشتنهێمن سلێمان پەیڤدارێ پۆلیسێن دهۆکێ تایبەت بۆ وار باس ل وێ کێشەیێ دکەت

Posted by WAARmedia on Sunday, September 15, 2019

Babetên bi vê mijarêve girêday