Şêx Mihemed Bin Zayid pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Şêx Mihemed Bin Zayid pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

WAAR_Duhok:

Di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîhnişînê Ebd Debî û Cîgirê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Îmarata Yekgirtî ya Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Alniheyan pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir li ser destbikarbûna wî wek serokê Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Şêx Mihemed Bin Zayid kir û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo piştgîrî û alîkariyên Îmaratê nîşan da, nexasim jî alîkariyên wê ji bo koçberên Iraqê li Herêma Kurdistanê û behsa rol û çalakiyên Desteya Heyva Sor a Îmaratî û Dezgeha Elxelîfe ya ji bo alîkariyên mirovî kir û spasiya wan alîkariyan jî kir.

Di wê pêwendiya telefonî de ku îro 27.6.2019 birêve çû, herdû aliyan tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê de, û li ser berdewamiya alîkariyan û hevahengiyan di navbera herdû aliyan de.

Babetên bi vê mijarêve girêday