Serokê herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Serokê herêma Kurdistanê peyamek belav kir

 

Waar–Duhok:

Serokê herêma kurdistanê peyamek li dor rewşa navxwe ya herêma Kurdistanê belav kir û ragehand; wek her welatîyekê herêma Kurdistanê hez dikim qeyran û prisgirêk nemînin.

Mesûd Barzanî di peyama xwe da gotîye; wesa tê gotin ku çareserîya pirsan di destê wî daye, dupat kirîye ku wek her welatîyekê herêma Kurdistanê dixwaze qeyran û pirs nemînin, lê egerên grift û pirsan gelekin û dîyar kir; hindek ji wan pirsan derekîne û grêdayî rewşa sîyasî, aborî û êmnahîya Îraqê û deverê ve, hindek jî navxweyîne û vedgerin bo hevrikîyên alîyên sîyasî yên herêmê.

Serokê herêmê got jî; eger çareserîya pirsa syasî ya navxwe ya herêmê lidev wî be, çendîn caran alîyên herêmê vexwandine kombûnê, lê bi behaneyên cor bi cor nehatine.

Barzanî di alîyekê din yê peyama xwe da got: bila hizb û hikûmet bihevre rûnin û çareserîyê bibînin û dawî bi muzayedata bê û pêdvîye partî ji bo çareserkirina qeyrana sîyasî ya herêmê, bikevin danustandinê û perleman dest bi kara be û serokatîyeka nû bo bê hilbijartin û herwesa li ser hikûmeteka nû rêkbikevin û berêzekî jî ji bo serokatîya herêmê destnîşan bikin, heta ku hilbijratin tê kirin.

Dupat kir jî nabe yên bûne jêderê qeyranan, dubare serokatîya perlemanî bigrine dest.

Sebaret nerazîbûnên mamosta û fermanberan jî dupat kir ku ew rêzê li daxwazîyên wan digrin û got: heqê wane daxwaza mafên xwe ji hikûmet û alîyên peywendîdar biken û piştevanîya xwe jî bo dîyar kir, dazanîn jî ji ber hebûna qeyranan û kêşeyên êmnahîyê û aborî û sîyasî êmkanîyatên hikûmetê sînordar bûne, lê eger hûn dibînin çareserî heye, bila alî û hikûmet pêkve rûnên û bi şefafîyet rewşê çareser bikin û dawîyê bi muzayedata bînin.

Barzanî li dawîya peyama xwe amaje bi bajarê Silêmanîyê kir û got: baş dizanim Silêmanî li jêr terora fikrî daye û pêdvîye ew teror bê jinav birin, ji berku wî bajarî herdem tehedaya zulm û dagîrkeran kirîye û bila kes hewla neke xwendeneka din bi ser xelkê wî bajarî da bi sepîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday