Serokatîya Herêmê: Bêrêzî li hember hevpeymanan nahê qebûlkirin

Serokatîya Herêmê: Bêrêzî li hember hevpeymanan nahê qebûlkirin

WAAR_Duhok:

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê rola Amerîkayê û hin biryarên siyasî yên vê dawiyê li wî welatî ku têkiliya wan bi gelê Kurd ve hene, daxuyaniyek belav kir.

Hêza Hevpeymanan ya bi serkirdayetiya artêşa Amerîka rolekî serekî li parastin û hevkarîkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de, her li ragihandina navçeya dijî firînê ya li sala 1991 û heta rûxandina rejîma Be’es ya li sala 2003 û têkşikandina grûpa terorîstiya Da’îş li van çend salên derbasbûyî da hebû. Her bi vê navê da jî mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, qurbaniyê dane û berevaniyê li Herêma Kurdistanê kirine.

Nabê rol û xebata Hevpeymanan, bi taybetî ya artêşa Amerîkayê, tevlî biryara nexwestiyên siyasî bê kirin. Herêma Kurdistanê rêz û pêzanîna xwe ji bo hêzên Hevpeymanan û artêşa Amerîkayê dûbare dike û xebat û qurbanîdana wan bilind radigrê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

21.10.2019

Babetên bi vê mijarêve girêday