Serok Barzanî serxweşî li Wezîrê Pêşmerge kir

Serok Barzanî serxweşî li Wezîrê Pêşmerge kir

WAAR_Duhok:

Serok Barzanî: Bi helkefta koça dawî ya dayika we serxweşiyê li we û malbat û kesukar û nasên we dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Peyama Barzanî wihaye:

Ji bo birêz Kak Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmergeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya dayika we ya birêz gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li we û malbat û kesukar û nasên we dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêraziyê bi bihûşta fireh şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
23.08.2019

Babetên bi vê mijarêve girêday