Serhatîya wê malbata di gel mirîyan di rojeka tarîya Şingalê da maye

Serhatîya wê malbata di gel mirîyan di rojeka tarîya Şingalê da maye

 

Waar –Duhok:

Daişê du endamên xêzana wê li pêş çavên wê kuştin, hîn dema Şingal rizgar nebibû, yek ji tawanên Daişê yê herî hovane aşker dibe, dema hêzeka taybet a pêşmerge jinekê û du zarokan dibîne ku bêtirî çar mehan bû di joreka tarîya Şingalê da digel mirîyên xwe, şerê mirinê kirî ye.

Tîmê War di gel operasyona rizgarkirina wê xêzanê bû, ewa hêzeka taybeta pêşmerge, bi serpereştîya fermande Wehîd Kovilî hatîye kirin.

Operasyona rizgarkirina wê xêzanê ji nişkekê ve hat, dema doh wê hêza pêşmerge bo kuştina nîşangirekî Daişê êrîş kirine ser yek ji taxên Şingalê, dengê girîya zarokekî sava tê bihîstin, pêşmerge diçin wî xanî ku deng jê derketîye, li wêrê jî xuya dibe ku jinek digel du zarokan xwe û zilamekî din yê birîndar di joreka tarî dane, li rexê rastê yê wê jorê termê zarokekî û zilamekî hebûn, ku Daişê pêştir li pêş çavên wan kuştibûn.

Yek ji wan zarokan pêşmerge qurtar kirin, pênc rojî ye, ev jî bi ramana wê çendê tê, ew jin di dema ketina Şingalê da, ya dugîyan bû û di wan kawdanên sext da, zarokê wê çavên xwe li bajarkê tije Daişê vekirîye. Bûna wî hevdem bû bi rojekê berî çuna pêşmerge bo nav senterê Şingalê.

Di opersyona rizgarkirina wê xêzanê da, ji derxistina wan ji wî xanî û birina wan berbi cîhên aram, pêşmerge şerekî dijwar kolan bi kolan bo parastina wan kir.

Di destpêka gotinên xwe bo kamera War, wê xêzanê got: “sê roje wan xwarin nexwarîye”, ji sîmayê dêmê wan jî dîyarbû ku wan tirsa mirinê dîtîye.

Pêşmerge xêzan bi silametî gîhandine çîyayê Şingalê û çareya destpêkê bo wan hat kirin, ku rewşa wan ya derûnî û saxlemî gelek ya xerab bû.

Babetên bi vê mijarêve girêday