Serdana çeverêkirî ya îro ya Ebadî bo Hewlêrê hat paşxistin

Serdana çeverêkirî ya îro ya Ebadî bo Hewlêrê hat paşxistin

 

Waar –Duhok:

Biryar bû îro, serok wezîrên Îraqê, serdana herêma Kurdistanê bikra û di gel serokê herêmê û serok wezîrên herêma Kurdistanê da, kombibûna.

Lê jêderekî ji civata wezîrên herêma Kurdistanê berî niha bo War ragehand ku ew serdana serok wezîrên Îraqê bo herêmê, ji ber çend egeran, bo demekî nedîyar hat paşxistin, lê egerên wê paşxistinê dîyar nînin.

Ev serdana dê bibe yekem serdana fermî ya Ebadî ya herêma kurdistanê, ku hevdemî serkeftinên hêzên pêşmerge bû li çeperên Şingal û Zummar û Rebîe.

Berî niha Heyder Ebadî, bi merema lêpirsîna saxlemîya (Mam Celal) serok komarê berê yê Îraqê, serdana Silêmanîyê kirbû.

Babetên bi vê mijarêve girêday