Sengeser: Ji encama burdûmana firokeyên Tirkîyê 4 kes ji yek malbat şehîd ketin

Sengeser: Ji encama burdûmana firokeyên Tirkîyê 4 kes ji yek malbat şehîd ketin

WAAR_Duhok:

Firokeyên şer yên Tirkkyê li herêma Qeladizê li binarê Qendilê bordûman kir. Ji ber bordûmanê 4 hemwelatiyên sivîl şehîd bûn.

Li gor agahîyên Peyamnêrê WAARê : Li gundê Berdkuran ê ser Sengeserê, firokeyên cengî yên Tirkiyê otombîleke hemwelatiyên sivîl borduman kir û di encamê da 4 kes şehîd bûne û kesek jî birîndar bûye.

Ji alîyekê din ve firokeyên Tirkiyê şevêdê devera Sîdekan bombebaran kir, bi wê egerê welatîyek şehîd kir û yek jî bi giranî birîndar kirbû, herwesa firokeyên Tirkîya devera Dêrelokê ser bi deverdarîya Amêdîyê jî bombebaran kir bû û ziyanên mezin yên madî li pişt xwe hêlan.

Babetên bi vê mijarêve girêday