Seidî Pîre: Kongreya YNKê dema wê hatiye û dema wê derbas jî bûye

WAAR_Duhok:

Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de ragehand: Kongreya YNKê dema wê hatiye û dema wê derbas jî bûye, pêkanîna kongrê bo aliyekî siyasî pêwîste, lê kongre nabe wekî YNK dike kongre pêkbê.

Derbarey pirsgirêkên hikumeta Bexdayê û Herêmê Seidî Pîre got: Divê hikumeta Îraqê îltzamên Herêmê cêbicê bike û heta dawî ya îsal pêdivîye ew pirsgirêk bên çareserkirin eger ne di sala bihêt de herêma Kurdistanê rûbirû qeyrana dibe.

Li ser peywendîyên Gorran û YNKê jî Seidî Ehmed Pîre ragihand: Başbûna peywendîyên navbera wan xizmet bi xelkî Silêmanî digehîne û têkçûna wan peywendîya bi berevajî  ziyan bi bajarê Silêmanî digehîne.

Pîre derbarê parêzgerê Kerkûkê  amaje bi wê yekê jî kir ku parêzgerê Kerkûkê tenê bi rêkeftina li gel PDKê ve nayê danîn û ‘’Hema di berxwe de me gelek tişt li ser vê yekê mijûl kirin, ji ber ev babete kar kirinê dixwaze li gel Iraqê û meselekî herêmî ye.’’

Babetên bi vê mijarêve girêday