Şanda CHP ê û ÎHD serdana Roboskî kirin

Şanda CHP ê û ÎHD serdana Roboskî kirin

 

Waar –Duhok:

Şandek ji CHP û ÎHD’ê bi boneya 3’yemîn salvegera komkujiya Roboskiyê ku 28’ê Kanûna 2011 de, ji aliyê balafirên şer tên artêşa Tirk ve pêk hat û di encamê de 34 gencê Kurd hatin kuştin, çûn serdana goristana Roboskiyê.

Şanda CHP û ÎHD’ê li destpêka gund ji aliyê malbatên Roboskiyê ve hate pêşwazîkirin û piştre jî çûn serdana goristanê. Di heyetê de Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Parlementerê CHP’ê yê Enqereyê Levent Gok hebûn serdana goristanê kirin.

Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî bal kişand ku her çende 3 sal bi ser komkujiyê re derbas bûne, lê heta niha dewletê çi pêngavek neavêtiye û da zanîn ku ew ê tu carî dest ji vê yekê bernedin.

Piştre li ser navê malbatan Velî Encu axivî û got: “Beriya sê salan bombe bi ser zarokên me de barandin. Heta niha jî berpirs serbest in û li şûna darizandina berpirsan, malbatên Roboskî hatin darizandin. Malbatên Roboskî têne cezakirin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday