Samanên siruştî: dixwazin êrîş li ser borîyên gaza herêmê bên rawestandin

Samanên siruştî: dixwazin êrîş li ser borîyên gaza herêmê bên rawestandin

 

Waar –Duhok:

Wezareta samanên siruştî ya herêma Kurdistanê ragîhand; li roja sêşemba borî hinartina petrola herêma Kurdistanê ji egerê êrîşekê li nêzîk nawçeya Riha li bakurê Kurdistanê hatîye ragirtin.

Di ragîhandinekê da wezareta samanên siruştî ya herêma Kurdistanê, aşkere kirîye; êrîşên rastexwe kartêkirineka rastexwe dê bixe ser jîyana xelkê Kurdistanê û herwesa dê kartêkirinê jî li ser şîyanên hikûmeta herêmê bike bo dana mûçeyên pêşmerge ku niha di şerî dane digel rêxistina terorîstîya Daişê.

Samên siruştî aşkere kirîye jî; ji ber nizimbûna bihayê petrolê, zehmete hikûmet bikaribe mûçê pêşmerge û hêzên êmnahîyê peyda bike, çunkî ew mûçe ji dahatê petrolê tên dan û ew dê êrîşên ser rêxistina terorîstîya Daişê bi zehmet tir bike.

Herwesa wezareta samanên siruştî ya hikûmeta herêmê ew êrîş û encamdana wê îdanekirîne û daxwaz kir, kontrola borîyên petrolê bên kirin û bi zûtirîn dem ew êrîş bên rawestandin ku zîyaneka mezin bi xelkê herêmê gihandîye.

Babetên bi vê mijarêve girêday