Sakoyekê nû bo xwe veşartinê

Sakoyekê nû bo xwe veşartinê

 

Waar –Duhok:

Tîmeka endaziyaran-vekoler ji zankoya Bîrkilî li wîlayeta Kalîforniya ya Emrîkî sakoyekê tenk dahênaye, dişêt hemû leşê bigirît û ji pêlên ronahiyê veşêrît. Tîma navbirî encamên vekolînên xwe di komeka kovarên paye beriz da belavekirîne.

Sakoyê xwe veşartinê amîreke dişêt we biket ku leşek yan her tiştek nehête dîtin. hemû deman madeyên “ Metamaterials” di vî warî da hatîne bikarînan jiberku van madeyan şiyan hene rêka pêlên ronahiyê biguharît.

Lê derencamên van taqîkirinên berî niha hatîn encamdan hindek sakoyên gelek mezin bûn, şiyanên biçûkkirina qebareyê wan jî nebû, tiştê giringtir jî ewe piraniya van bizavan digehştine encamekî ku dihate niyasîn bi “qonaxa guhartinê” Phase Shifts ya pêlên ronahiyê, ev çende jî dibû sedemê wê yekê ku gelek bi hêsanî bi hindek amîrên elîktiromagnatîsî bişên cihê Sako lê bihête aşkerakirin.

Sakoyê nû şêweyê leşî heye û dişêt hemû leşî durpêç bike, bi sîstemê guhartina rêka ronahiyê kardiket, dîsa bi rêka bikarînana milyoneha amîrên hestpêkirinê yên “Nano” jibo rastvekirna “qonaxa guhartinê” da rêkê liber aşkerakirina leşê veşartî bigirît. Ev dîzayne her xaleka li ser Sakoyî mîna neynkeka rûrast didete pêşçavkirin, ji rûyê wê jî ronahî dihête vedan.

Tîma endaziyarî jî pêşbîniyê dike ku çi rêgir nekevne di rêka berhemînana qebareyên cuda cuda da, eve jî dergehî li hember hejmareka bicihînanan vedket di warên cuda cuda da, lê ev çende jî palpiştiyê li ser pêşkevtina teknolociya nano diket, ewa taybetmend bi çarekirina madeyan ve li ser astê gerdîleyî.

Babetên bi vê mijarêve girêday