Rûniştina Doza Silhedîn Demîrtaş ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bi dawî hat

Rûniştina Doza Silhedîn Demîrtaş ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bi dawî hat

WAAR_Amed:

Doza hevserokê berê yê HDPê Silhedin Demirtaş ya li Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi dawî hat.

Parêzerên Demirtaş bervedana xwe kirin. Di bervedanê de hat eşkerekirin ku ev ne dozek huquqîye, dozek siyasîye. Ji ber ku Serokkomarê Tirkiye yê Recep Tayîp Erdogan li hemberî xwe opozisyonek baş dit dest bi siyasete ke bi vî şiklî kir. Huquqa Tirkiye yê niha dibîn kontrola Erdogan deye û ew çi biryar bide dadgehên Tirkiyeyê ji wêya dikîn. Ji ber vêqasî ew ji daxwaza azad kirina Demirtaş dikîn. Li gel demirtaş gelek kes din jî hene ku rû be rûyî bê huquqîyane.

Ji aliyê din ve Şanda HDPê ya bi serokatiya Sezaî Temellî parlamanterên HDPê Feleknas Uca, Pero Dundar û Ayşe Acar Başaran jî di rûniştina taybet bi dosyeya Demirtaş a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de amadebun. Herwiha hevjina wî Başak Demîrtaş jî runiştina dozê de cihgirt. Doza li Strasbourgê hatî pekanîn de parezêr Prof. Dr. Başak Çalı, Dr. Kerem Altıparmak, Mahsuni Karaman, Benan Molu, Ramazan Demir û xuşka wî Aygül Demirtaş bergirîya Demîrtaş kirin. Ji aliyê din ve rojên peşîya mede wê dadgeha mafên mirovan ya Ewropa wê biryara xwe bide, belê li gor gotinên parêzerên Demirtaş di be ku ev dem bibe heta 9 meh jî.

Babetên bi vê mijarêve girêday