Rewşenbir kîye? Rewşenbîr li Kurdistanê çawa hatîye pênasekirin? Ji bo çi heta niha, rewşenbîrên Kurd nebûye ew ekterê kara, ku karîgerîya xwe li ser bûyeran bike?

Rewşenbir kîye? Rewşenbîr li Kurdistanê çawa hatîye pênasekirin? Ji bo çi heta niha, rewşenbîrên Kurd nebûye ew ekterê kara, ku karîgerîya xwe li ser bûyeran bike?

Zibîda Sîdsalih

(Diktora û Sosyolog)

11825177_988771814513675_8623440048022763914_n

Wek desteka malpera (Warmedia) me biryar da heftîyane, mijareka taybet destnîşan bikin, li ser babetekê girêdayî bi rojev û çend kesayetîyên şareza li ser wî babetî bikin mîhvanê malpera Warmedîa. Yekem dan û standina me dê li dor babetê:

Rewşenbîr kîye? Erkê rewşenbîrî di nava civakê da çîye? Kartêkirina wan heta çi astîye?

Wan pirsyara û gelek pirsîyarên din li ser rewşenbîrî û kar û erkên wî ,hizra bi dehan fîlozof û sosyologên rojavayî bi xwe ve mijul kirîye. Her ji Jan pul Sartirî Frensî û Antonyo Gramşî yê Îtalî û heta dighêje qutabxana Frankfurt û Garfînkilî yê Amerîka û paşê Mîşîli Fukuy, her yek boçûneka cûda, bo rewşenbîrî û erkê rewşenbîrî hebûye. Bo yên weku Sartirî rewşenbîr ewe (wîjdana kêmî bexte) ku mayê xwe di wî karî da dikin yên ku karî wî nebe. Bo Garfînklî, rewşenbîr (casusên xwedê ne) li ser rûyê erdê ne. Mebesta wî ji casusên xwedê ewe, ku rewşenbîr xudanê sermayeka remzî û kesayetîyeka pir bi hêze, ku dikare kartêkirinê li hemû norm û bihayên civakî û sîyasî û aborî bike û bikeve di milmilanê da digel da û rexnê lê bigre.

Eger van boçûnan berçav werbigrin, erê, rewşenbîr li Kurdistanê çawa hatine pênase kirin? Çi taybetmendî li ba rewşenbîrên Kurd hene ku wî ji texên din yên civakê cuda dike? Aya her çalakîyeka nivîsbinî ji hozabig ê bigre heta şirovekirinên sîyasî bi çalakîyên rewşenbîrî tên hijmartin?

Her çende li Kurdistanê, rewşenbîr, hêşta ya li nav prosesa dirust bûnê da û heta niha pênase û çerçeveyek û norm û stratejî bo rewşenbîrî nehatîye dest nîşan kirin, lê ev yek nayê weteya ku rewşenbîrî û cuda(hebûn) xwe nîne. Her ji destpêka ji sedî bîstê, hatina çapxana, damezrandina qutabxana û zankoyan , peywendîyên civaka Kurd di gel rojava û welatên din yên deverê û bi dehan hokarên din bûne egerê peyda bûna rewşenbîrîyê û rewşenbîr jî wek ekterekî civakî, di hindek qonaxan da hebûna xwe selmandîye.

Lê ji bo çî heta niha, rewşenbîrê Kurd nebûne ew ekterê kara ku karîgerîya xwe liser buyeran hebin? eger sadetirîn pênasa rewşenbîrî, ewe ku ku pêşeng û raberê hizrên civaka xwe ye, di qonaxa îro da, rol û erkên rewşenbîrê Kurd çîye?

Qeyranên li duv hev ya di van salên dawîyê da, kartêkirineka xerab li ser takê civakê hebûye û gihiştîye radeyekê , ku kom bi kom berbi sînorên mirinê biçin. Vexandin û gotarên hemereng ji alîyê tex û tujînên cuda ve bo van qeyranan hatine kirin, lê helwîst û gotara rewşenbîrî wek (pêşeng û raberê hizrên civakê) bi taybet li bajarê Duhokê ya lawaze.

Bo zêdetir gengeşe kirin li ser babetê, dê bîr û nerînên van rewşenbîr û nivîseran wergirin:

Dr. Bedirxan Sindî

12746594_10204877459851277_937469434_n

Fazil Umer

12735758_10204877459811276_2000130353_n

Fehmî Balayî

12736065_10204877459891278_1435584696_n

Babetên bi vê mijarêve girêday