Rêveberiya Xweser: Hejmareka malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane

Rêveberiya Xweser: Hejmareka malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane

WAAR_Duhok:

Rêveberiya Xweser belav kir, bi sedema bombebarana artêşa Tirkiyê, hejmareka malbatên DAIŞê ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangewaziyek arasteyî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Komkara Erebî û hemû rêxistinên mirovî kir, ku artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve êrîşî kampa Eyn Îsayê ya bi hezaran malbatên DAIŞê tê ne kir û hejmarek ji wan reviyan.

Herwiha Rêveberiya Xweser daxwaz ji wan kir, ew bi berpirsatiya xwe rabin û bilez destêwerdanê bikin, ta rê li ber karesatekê bigirin, ku dê bandora wê ne tenê li ser Sûriyê hebe, belkû dê li ser hemû aliyan hebe.

Babetên bi vê mijarêve girêday