Revandin, karekî nerewa ye

Revandin, karekî nerewa ye
Tengezar Marînî

Revandin, karekî nerewa ye Di van demên dawî de û di vê qûnaxa hestiyar, ku Kurd tê re derbas dibin, pilan û dek û dûlabên nehezên Kurdan zêde dibin. Ev qûnax û ew xwîna Kurdan hatî rijandin, hêjayî deh serxwebûnan e. Ev derfet ya heyî dikare nema vegere, eger Kurd jê nesûdmend bin. Mixabin, ne dewletên ko Kurdistan êxistine bin destên xwe, an jî li gor pîlanên qirêj, ketiye bin hukmê wan, weha pîlanan digerênin, belê di nav Kurdan de jî, hin derfet dîtine, ko bidestên wan( bizanibin, an nizabin) ev pîlan bêne gerandin. Ev pîlan bi gelek metodan têne kirinê û yek ji wan metodan, ev revandin û girtin e. Ev nexweșiya civakî -NEHEZKIRINA JI HEV- têk diçe.. Girtin, revandin û defgemkirina yên newekxwe, nekarekî siyasî ye, belê karekî mafiyawî ye.. Nexasim, ko bigihê asteya rikberên xwe bi șev bigirin û bavêjin derveyî sînoran, nehêlin bêne mala xwe, ji ber çalakiyekê wan têxin zindanan. Ev hemî girtinên ji destpêkê û ta Fesla Yûsiv, Amîn Husam, Muhsin Tahir, Neși,et Zaza û vê dawiyê Beșar Amîn û ew hemî mediyakar û rojnamevan, mîna A. Hamid û hemî yê din, tê çi wateyê? PYD, çi ji vê girtinê sûd werdigire? Çi sûdê dide aștiya civakî? Çi sûdê dide pirsa kurd? û pirsa herî giring: Kî sûdê ji vî karî werdigire? Eger PYD, siyasetê dike, ji xwe weke Prof. Dr. Hanna Arendt dibêje: ” Armanca siyasetê azadî ye” . Ev kar û pêkolen PYD, kurt û kurmanc, ne di berjewendiya kurd û kurdistanê de ne, belkî berovajî wê. Eger em têgeheke siyasî jî lê bikim, ev fașîzim e, li gor têgehiștina Hanna Arendt û Gramișî jî. Di pey dema cenga cîhanî diwem de, Stalîn û hevbendan zora Elmaniya nazî birin û gelek cihû ji șewatgeh û Kazêtan rizagr bûn û yên bêhtir ew rizgar kirin, hêzê Stalîn û soviyeta berê bûn. Cihûyan dest bi pesindana Stalîn kirin, lê Hanna Arendt got ev sîstema wî fașist e, ji ber azadiyê dikuje û mirovên rêkberî xwe dixe zinadan û wan tune dike.. H.Arendt, li wê demê endama Ziyonîzimê bû, rabû xwe vekișand, ji ber wan medh û pesinên, ko cuhuyan ji Stalîn re didan. Di dawiyê de derket, ko birastî weha bû Stalîn, cuhû nekemî Hitler kuștin û sergun kirin. Dubare kurd û kurmanc: PYD, ev karê hun dikin, karekî fașistane ye û hun bixwazin, an nexwazin, hun dibin dûvelankên serdestan… Tenê Kurd dikare piștgirê kurd yê rastteqîne be….

Babetên bi vê mijarêve girêday