Reşekunek bi milyaran caran ji rojê mezintire

Reşekunek bi milyaran caran ji rojê mezintire

 

Waar –Duhok:

Zanayên gerdûnî reşekunek aşkerakiriye ku têgehên wan beramberî van şêweyên Spehrî di guhorît, ev reşekone dikevîte di navenda galeksiyekê da ku nû hatiye aşkerakirin bi navê “SAGE0536AGN”, dûratiya vê galeksiyê ji erdî nêzîkî miliyar salên ronahiyêye, zana wesa hizir diken ku jiyê vê galeksiyê digehîte nehـ miliyar salan.

Zanayên gerdûnas ji du zanîngehên Berîtanî: Kîl û Sentiral Lankşayir, hebûna reşekoneka mezin di senterê galeksiyeka nû hatiye aşkirakirin da, aşkera diken. Bi hevberîkirin digel qebareyê vê galeksiyê, qebareyê vê reşekonê sîhـ caran ji wî qebareyî pitire yê zanayan hizir dikir. Ev aşkerakirina vê tîma vekolînê dê di kovarên taybetmend da yê zankoya gerdûnî ya şahane hêne belavkirin.

Rêveberiya nîştîmanî ya firokevanî û spehrî ya Emirîkî “Nasa” yê bi harîkariya têlîskopê spehrî yê mezin “Spîtzerî” ev galeksiye aşkerakirbû, navê “SAGE0536AGN”, zana wesa pêşbînî diken ku jiyê wê bigehîte  9miliyar salên ronahiyê.

Tîma vekolerên gerdûnas tekezê li ser hindê diken ku ev reşekone dkevîte senterê vê galeksiyê, ev çende jî bi rêka lezatiya zivrokên li dûrên wê aşkerakirye, paşî jî têlîskopê mezin yê li başûrê Efrîkayê hatiye bikarînan bo komvekirna datayan jibo destnîşankirina qebareyê vê reşekonê.

Ev tiştê hatiye aşkerakirin dîtina zanayan derbarî çawaniya pêşveçûna galeksiyan guhart, jiberku datayan wesa diyarkirye ku qebareyê vê reşekonê 30 caran ji qebareyê pêşbînî kirî pêtire bi hemvberîkirin digel qebareyê vê galeksiyê, li gor daxuyaniyeka rojnamevanî ji komeleya gerdûnasiyê ya şahane.

Mîna diktor Cako Van Lo, zanayê fîzîkî li zanîngeha Kîl û nivîserê serekî yê berperê vekolîna nû, dibêjît: “Evê geleksiyê qebareyekê mezin heye, mîna reşekonan di navka xwe da heyî, lê qebareyê vê reşekonê gelek ji wê çendê pêtire ya ku diviya heba bi hevberî kirin digel vê galeksiya wê bi xweve digirît, bi sadeyî nedbû ta vî radeyî ya mezin ba”.

Zana hewldiden vê diyarda nû şirove biken, dîsa egerê werara reşekonê bi şêweyekê bileztir ji wê galeksiya li derdûrên wî, yan jî rawestiyana vê galeksiyê di demekê zû yê jiyê wê da, zana hêj nizanin ka ev galeksiye “SAGE0536AGN” tinê barekê takaneye ji corê xwe yan gelek galeksyên bi vî corî hene.

Babetên bi vê mijarêve girêday