Pêşmerge êrîşeka Daişê li enîya Mexmur–Guwêr têkşikand

Pêşmerge êrîşeka Daişê li enîya Mexmur–Guwêr têkşikand

 

Waar –Duhok:

Şevîdin çekdarên Daişê ji du alîyan ve êrîşî hêzên pêşmerge li bereyên Mmexmûr û Guwêr kirin, lê ji alîyê pêşmerge ve bi tundî hatine bersivdan û paşvebirin.

Evserekî pêşmerge li bereyê Mexmûr- Guwêr ragîhand: şevîdin, çekdarên Daişê êrîşî sengerên pêşmerge li bereyê Mexmûr- Guwêr kirin, lê bi tundî ji alîyê pêşmerge ve hatine bersivdan û paşvebirin.

Li gor zanyarîyan Daişê tûşî gurzekê kujek bûye, hijmareka çekdarên wan hatîne kuştin û birîndar kirin.

Dîsan di êrîşê da pêşmergeyek şehîd bûye û dûyên din jî birîndar bûne, dîsan Daişê bi pîya êrîş kirîye û frokeyên hevpeymanan nikaribune bombebarana wan bikin ji ber ku pêşmerge û Daişê li hev nêzîk bibûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday