Pêşbîniya bihayê vî amîrî neke!

Pêşbîniya bihayê vî amîrî neke!

 

Waar –Duhok:

Zanayê Ustiralî; Kolîn Raston xelatê “î cî nobil” bidest xweve îna, piştî serkevtina wî di vegerandina hêka kelandî da bo hêka şil.

Pirofîsorê navbirî û tîma wî ji zankoya Filayinderiz ya Ustiralî, rabûn bi encamdana vê taqîkirina seyir bi şêweyekê serkevtiyane, eve jî dê destkevtekê zanistî yê mezin bît ku dê guhartinan êxîte nava biwarên noşdarî û dermansaziyê da.

Rastonî amîrê zivroka şileyan dahênaye “Vortex Fluidic Device”, ku dişêt pêkhateya gerdîleyî ya pirotînan jêkjêk biket, eve jî bi pêşveçûneka mezin dihête nirxandin ku dê kartêkirinê li çareseriya penceşêrê û berhemînana pêdiviyatiyên dermansaziyê bike, dîsa berhemînana sotemeniya zîndî, biwarê pîşesaziya xwarnê, li gor daxweyaniyeka zankoya “Flayinderz”.

Pirofîsor Raston di daxuyaniyekê da dibêjît: “Kertê pîşesaziya dermanan li cîhanê nêzîkî 160 miliyar dolaran salane di mezêxît û amadekirna pirotînan pişkeka mezine ji vî biwarî. Ev amîrê min dê bi temamî vî biwarî guharît, dihête pêşbînîkirin heman kartêkirinê li bazarê pîşesaziya sotemeniyê û xwarnê jî bike. Tiştekê mehale bihayek bo vî amîrî bihête danan”.

Hejî gotinê ye ku xelatê “î cî nobil” wan dahênanan xelat dike yên ku keniya xelkî dînin, paşî welê dike hizra xwe di tiyoriya li pişt dahênanê biken. Raston di ahengeka pile beriz da ya belavkirna diyariyan da li zankoya Harvard ya Emrîkî hate xelatkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday