Pervîn Buldan: Dibêjin li Sûrîye herêma ewlehîyê belê li Tirkîye herêma ewlehîya tu kesê tuneye

Pervîn Buldan: Dibêjin li Sûrîye herêma ewlehîyê belê li Tirkîye herêma ewlehîya tu kesê tuneye

WAAR_Amed:

Hevseroka Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Pervîn Buldan di kombuna partîya xwe ya heftîyane ya di parlementoyya Tirkîye de axivî.

Buldanê bal kişan roja tundîtîjîya jinan her wiha rexne li hukumete ûSerokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha got: ”Em li destpêka hefteya tundîjîya li hemberî jinande ne. Em piştgirîya jinên jibo azadîyê tekoşîne dikin teva slaw dikin. 3 salan de hezar 236 jin hatine kuştin. Hukumet şûna li hemberî wan tundîtijîya têkoşînê bike hinek mafên wan jî ji hole radike. Di bêkarîyê de jî rêjeya jinan di astekî herî bilind deye. Li Tirkîye dad piştgirîya jinên li hemberî destdirîjî ye ten nake. Heger ev kes fermandar, polîs an jî erkdareke dewlet bit wan sucan zedêtir dikin. Pirsgirekeka dî ya jinên li girtîgehan de heye û 800 zarok dayîken xwe re li girtîgehan de şert û mercên nebaş de dijîn. Hikumet weke hertiştî qedexe dike agahîyên aborî jî qedexe dike. Bekarî ya jinan di weşêrin û jina di malên wan de mehkum dikin. Ji sedema pirsgirêkên aborî rojên dawîyê de çend kesan xwe kuşt. Sedema wan xwe kuştina hukumeta AKPye. Ev ixtidara neyarê jinan, karmendan, kurdan tu pirsgirêka çareser nake pirsgirêka zedêtir dike. Rêya çareserîyê ne xwe kuştine têkoşîne. Hukumet bila ve baş bizani jinan rexistineka terorî ya herî tund DAIŞ ji nav birine.

Erdogan bi çûna Amerîka û Rûsya ve mijule. Aşîtîya cîhane ne li rojeva wande bû. Erdogan keti bu xema kurdan ji cihên wan bike Trump ketiye xema kirîna çekan û sîstema S400an, Putîn jî dibêji çeka ji min bikire. Bi çeteyan re çûne derveyî sînor evê ewlehîya ke bikin. Dibêjin li Sûrîye herêma ewlehîye belê li Tirkîyê herêma ewlehîya tu kesê tuneye. Em dibêjin hune biçin. AKP bi polîtîkayen şerî û qeyyuman dixwazê ixtidara xwe berdewam bike 24 şarederîyên me xesp kirine û dizîya îradeye dike. Sala 2016an de jî şûna 96 şarederen DBPê qeyyum hatibûn tayînkirin. Armanca wan de hevserokatî heye û ev sîstem ve sîstema yek zilametîyê ji nav bibe. Em destkeftîye jinan dest wan ve naberdin. Hevserokatî xiza me ye xemrîye em ji dest naberdin. Çareseî ne yek serokatîye hevserokatîye. Li hemu bajaran neyaren jinan endamên DAIŞê dijîn belê ev her roj li hemberî jinan operasyonan dikin. Du alî neyartîya jinan dike yek DAIŞê yek AKPê ye. Heta HDPê heye jin ne bexwedîne. Ne gef, ne lepirsîn, ne girtin me ji reya me nikare wegerîne. Li hemberî hemu tundîyen wan emê xwe jî û civake ji rizgar bikin. Jin careke din ve lîstuka faşîzme ji nav bibin. Jin Jîyan Azadî.”

Babetên bi vê mijarêve girêday