Pereyê mûçeyê fermanberan gihişt herêma Kurdistanê

Pereyê mûçeyê fermanberan gihişt herêma Kurdistanê

WAAR_Duhok:

Pereyê bexdayê bo mûçeyê fermanberan dihinêre gihişt herêma kurdistanê û biryare mûçeyê fermanberan zûtir bê parvekirin.

‘Ebid Salih rêveberê giştî yê Benka Navendîya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de diyarkir: Îro danê êvarê pereyê ku bexda bo mûçeyên Herêma Kurdistanê dihinêre gihişt Herêma Kurdistanê, bi gihiştina wî qebarey jî parvekirina mûçey li Herêma Kurdistanê dê zûtir bibe.
Li berî cejna qurbanê ya îsal parvekirina mûçeyê meha 5 destpêkirîye, lê jiber negihiştin mûçey ji Bexdayê proseya parvekirinê sistî ketibû.
Mehane Hikumeta Herêma Kurdistanê pêdivî bi 881 milyar dînarane bo mûçeyên fermanberan, ku 453 milyar hikumeta Îraqê dihnêre û 378 milyar ji  alîyê wezareta Samanên Siruştî ya Herêmê û yên mayî jî ji dahatê navxwe tê dabînkirin.

Babetên bi vê mijarêve girêday