PDK û YNK dê derbarey gefên Îraqê bicivin

PDK û YNK dê derbarey gefên Îraqê bicivin

WAAR_Duhok:

Biryare îro mektebên sîyasî yên Parta Demokrata Kurdistanê û Yekîtîya Niştîmanî bi serperşitîya Serok Barzanî bicivin.
Li gor zanyarîyên WAAR îro mektebên sîyasî yên Parta Demokrata Kurdistanê û Yekîtîya niştîmanî ya Kurdistanê li Silêmanîyê bi serperşitîya Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dê bicivin û rewşa Kerkûkê û gefên hikumeta Îraqê û mlîşyayên Heşda Şe’bî dê gotubêj biken.
Di civinê de PDK û YNK dê helwestên xwe li dor komkirina hêzên Îraqê û nîyaza hikumeta Îraqê ya dagîrkirina bajarê Kerkûkê rabigehînin.
Hikumeta Îraqê bi fermana ‘Ebadî Hêzeka mezin ya mlîşîyayên Şî’î û polîsên fîdral li nêzî sengerên Pêşmergey kom kirîne û gefa hêrişkirina Kurdistanê kirîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday