Parlementoya Amerika biryara cezakirina Tirkiyê pejirand

Parlementoya Amerika biryara cezakirina Tirkiyê pejirand

WAAR_Amed:

Li gor agahîyan parlementoya Amerika ew pêşniyara ku ji ber operasyona rojava kiryara li ser Tirkiye bê sepandin bi 403 dengên belê hat pesend kirin. Belê di nav van kiryaran de çi hene. Li gor vê pêşniyarê wê di derbarê malbata serokkomar Recep Tayyip Erdogan û wî de lêkolineke berfireh ya Aborî yê bê kirin û raporeke bê amadekirin.

Herwiha ji ber kirina Sistema S-400 ji Rûsya yê wê kiryarên cuda jî bên sepandin. Piştî ku ev biryar li parlemntoyê hatî pesend kirin di vê di navbera 120 rojan de Wezareta Derve, ya Xezinê û direktorê ewlehîya netewî di derbarê Erdogan û malbata wî de raporeke ya aborî, dan û standin û têkilîyên wan amade bike û radestî parlementoyê bike. Ji aliyê din ve di navde wezirê bergiriyê Hulusî Akar ji heyî wê kiryar li ser hinek rayedaran jî bê kirin. Weke kiryarên aborî diplomatîk û leşkerî. Piştî vê pesend kirinê ji Tirkiye yê bertek hatîn nişandan.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ev biryar bi tundî şermezar kir û got. em vê biryarê tune dihesibînin. Ji aliyê din ve di daxuyanîya wezareta dervede hatîye gotin ku ev biryarên bi vî şewayî him ne li gor mutefikiya NATO yê him ji ne li gor ew rekeftina 17 yî mehê di navbera Tirkiyeyê û Amerika de hatî destnişan kirine.

Hêjayê gotinê ye ku di serî û pêde ev êrişa li ser Rojava her çiqas Trump bi xwe car carna piştgirî bide ji parlementoya Amerika tu car ev êriş qebûl nedikîr û het tim li hemberî vê êrişê disekinî.

Babetên bi vê mijarêve girêday