PAK: Em piştgirîya çalekîyên meşrû yên Îranê dikin

PAK: Em piştgirîya çalekîyên meşrû yên Îranê dikin

WAAR_Amed:

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)ê bi daxuyanîyek nivîskîde ragihand, ev piştgirîya çalakîyên meşrû yên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin û wiha got: ”Piştî ku Dewleta Îranê buhayê benzînê zêdetir kir, li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bi deh hezaran kes bi xwepêşandan û bi grev û çalakîyên sivîl ev zêdekirina buhayê benzînê protesto kirin. Dewleta Îranê êrîşên hovane dibe ser gelên ku çalakîyan li dar dixin. Di encama van êrîşên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser gel hatîye kirin de , heta nuha bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne.Protestoyên gel hîna jî bi awayekî girseyî berdewam in. Çalakîyên îro li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê rûdidin, di eslê xwe de, li himberî, xizanîyê, buhayîyîyê, çewsandinê û tunabûna xizmetguzarîyê, li himberî zilm û zordarî û neheqîyê serîhilanek e; li himberî qebûl nekirina mafên netewî û demokratîk yên miletê kurd serîhildaneke; li himberî tunebûna demokrasîye û li himberî binpê kirina maf û azadîyên hemû pêkhateyên civakî, olî, etnîkî, mezhebî, cinsî, li himberî îdam û kiryarên ne mirovane yên Dewleta Îranê serîhildanek e. Daxuyanîya Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo piştî van protestoyên ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelekî girîng e. Em têkoşîna ku gelê mê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadîyê, ji bo edalet, demokrasî û jîyaneke bi rûmet dimeşîne wek têkoşîna xwe dibînin û em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne, em piştgirîya wan dikin.”

Babetên bi vê mijarêve girêday