Nucêfî: rizgarkirina Şingalê nîşana nehiştina terorîsta ne

Nucêfî: rizgarkirina Şingalê nîşana nehiştina terorîsta ne

 

Waar –Duhok:

Usama Nucêfî cîgirê serok komarê Îraqê behsa azadkirina Şingalê dike û ragehand, hevpeymanîya dinavbera Kurd û Ereban bo lêdana Daişi gelek girînge.

Di beyanamekê da ji ber azadkirina devera Şingalê, Usame Nucêfî cîgirê serok komarê Îraqê ragehand, rizgarkirina Şingalê li ser destê hêzên pêşmerge serkeftineka mezine û nîşana hindêye ku cîhê terorê divî welatî da nîne.

Nucêfî amaje kir jî, hevpeymanîya di navbera Kurd û Ereba egerekî giringe bo rûbrûbûna lêdana terorîstên Daişê.

Di beyanameyê da Nucêfî aşkere kir, hewla Îraqîyan li demekê nêzîk da dê serkeftinên mezin ser terorîstan encam bide.

Babetên bi vê mijarêve girêday