Netewên Yekgirtî: Li Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji 130 hezar kesan aware bûne

Netewên Yekgirtî: Li Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji 130 hezar kesan aware bûne

WAAR_Duhok:

Netewên Yekgirtî radigihîne, ji destpêka êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ve, zêdetir ji 130 hezar kes aware bûne.

Netewên Yekgirtî îro ragihand, ji encama operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê, zêdetir ji 130 hezar kesî ji navçeyên derdora Girê Sipî û Serê Kaniyê derbider bûne.

Nivîsgeha Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Mirovî di daxuyaniyekê de ragihand, li gor raportên rêxistinên mirovî, li naçeyên şer ên bakurê Sûriyê, pêwîstiya 400 hezar kesî bi alîkarî û parastinê hene.

Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve dest bi êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û bi tundî her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî bi bombebaran dike.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday