Nêçîrvan Barzanî ligel serokê hikûmetê û serokê parlementoya Iraqê civîya

Nêçîrvan Barzanî ligel serokê hikûmetê û serokê parlementoya Iraqê civîya

WAAR_Duhok:

Serokê Herêma Kurdistanê îro spêdê gehişte Bexdayê û li gel Adil Ebdulmehdî û Mihemed Helbûsî kombû û gotûbêja peywendîyên 2 alî û rewşa Îraqê kir.
Li gor agahîyên WAARê îro spêdê Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê gehişt Bexdayê û siet 9:30  li gel Adil Ebdulmehdî serokê Hikumeta Îraqê kombû û bas li pêşvebirina peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û xwenîşandan û rewşa sîyasî ya Îraqê kir.
Paşan serok Nêçîrvan Barzanî li gel Mihemed helbûsî, serokê parlamentoyê Îraqê jî kombû û bas li dawî rewşa Îraqê kir û çaverêye li gel D. Berhem Salih, serokkomarê Îraqê jî kombibe.
Ev dibe duyem seredana serok Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê piştî wek serokê Herêmê Kurdistanê hatî diyarkirin, pêştir jî çendîn caran dupatkirîye, ku xurtkirina peywendîyên li gel Bexdayê û çarekirina kêşeyên helawîstî ji karên wî yên destpêkî ye.

Babetên bi vê mijarêve girêday