Nêçîrvan Barzanî: Hemû alî li ser Referandomê rijdin

Nêçîrvan Barzanî: Hemû alî li ser Referandomê rijdin

WAAR_Duhok:

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê ragihand; Ta niha ti biryar ji bo paşxistina Referandoma serxwebûna Kurdistanê nînin dupatkir ku ti gefên serbazî li ser Herêmê nînin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrên Herêmê li dor Referandoma serxwebûna Kurdistanê û peywendîyên Herêmê û Bexdayê û welatên cîhanê di gel jimareyeka medyakaran da civiya têda got: Herêm berheve dawî delîve bide Bexdayê û danûstandin li ser pirsa sinoran û kêşeyên di navbera herdu alîyan da bên gotûbêj kirin û dupatkir ku hemû alî rijdin li ser encamdana Referandomê.
Nêçîrvan Barzanî xweya jî kir: Ji ber Referandomê ti gefên serbazî li ser Herêma Kurdistanê nînin û ne Îraq û ne Tirkiya hêza serbazî li dijî Herêmê bi kar naînin.
Sebaret rastvekirina mûçeyên fermanberan jî got: Hikumet bizavê dike bi hemû şîyanan mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê baştir lê bê, amajekir hindî dahat bê zêdekirin, kêşeya mûçey dê kêmtir lê bê.

Babetên bi vê mijarêve girêday