Nêçîrvan Barzanî: di demek nêzîk da qeyrana daray li herêmê namîne

Nêçîrvan Barzanî: di demek nêzîk da qeyrana daray li herêmê namîne

 

Waar –Duhok:

Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê, ragîhand; di demekê nêzîk da, dê qeyrana darayîya herêmê derbazbe, dupat jî kir, çi qeyran û fişarên sîyasî, kartêkirinê li encamdana referandumê nakin.

Îro Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê ku hevdem cîgirê serokê partîyê ye, digel mekteba sîyasî û serkirdayetîya partîya demokrata Kurdistan kombû, jêderekê taybet ji serkirdayetîya partî bo War ragîhand; di kombûnê da, serok wezîrên herêmê li hember derbazbûna qeyrana darayî, gelekê geşbîn bû û dîyar kir, di demekê nêzîk da, dê qeyrana darayîya herêmê bi dawî bê û rewşa darayîya welatîyan, asayî bibe.

Wî jêderî da zanîn jî: Nêçîrvan Barzanî behsa kêşe û qeyranên sîyasî û aborî yên herêmê kir, derbarê encamdana referandumê jî, Nêçîrvan Barzanî dîyar kirîye ku ew di rijdin li ser encamdana referandumê û çi qeyran û fişarên sîyasî, rêgirîyê li encamdana referanduma cudabûna herêmê, nakin.

Babetên bi vê mijarêve girêday