Mjara Heftiyê

Zibîda Sîdsalih

(Diktora û Sosyolog)

Çaksazî çîye û çi waran bixwe ve digre? Kengî çaksazî tên encamdan? Binema û mekanîzmên encamdana çaksazîyê çine? Li Kurdistanê, çaksazî çawa û li kîj waran pêwîste bên encamdan?

Çaksazî yan ( Reform) , di zanistên sîyasî û civaknasî da, bi wataya (guhrîn , nukirin û baştir kirina warên jîyana sîyasî, aborî û civakî) tê, û ji bo bi destve anîna yeksanî û dadperwerî bi şêwazekî nerm û serxwe û hêdî hêdî pêşve diçe. Bi pêçewaneyî şoreş (Revolution), ku nerezamendîyaka giştî û cemawerî ye dijî desthilatê, çaksazî ji alîyê desthilatê bi xwe ve tên palpiştî kirin û bê tund û tujî tên encamdan.

Ji alîyê dîrokî ve , bi zehmete destpêkek bo çaksazîyan bê dest nîşan kirin, çunku pêşveçûn û pêwîstîya guhrîn û gorankarîyên civakî û hukimranîyê, her ji kevin da û di nav hemî civakan da her hebûye. Lê li gorî pênasa serdemîyane bo çaksazîyê (Reform), ji alîyê dîrokê ve nêzîktirîn çaksazî ku karîgerîyeka mezin li ser astê cîhanê kirî ye, her dû têgehînin Mîxaîl Gorbaçov, li dawîya salên heştî ye. Hewlên Mîxaîl Gorbaçov, li jêr nave çaksazîyên aborî ( prusturîka) û azadîyên sîyasî (glasnust) , şîya hem dawîyê bi şerê sar bîne û hem bû sedema hilweşandina biloka sosyalîst li Awropa şerqî û Sovyeta kevin.

Eger vî babetî , girê bidin bi kuntêkstê herêma Kurdistanê, dê bibînîn hizir ji bo çaksazî yan, di nav program û gotarên piranîya partîyên sîyasî li Kurdistanê da hebûye, bes heta niha di astê ragehandin û biryaran da maye û negihiştîye qonaxa praktîkê. Lê rewşa niha ya Kurdistan têda derbaz dibe û qeyranên li duv hevdu, proseyeka rîşeyî ya çaksazîyan dixwaze û çaksazî, êdî bûye pêdvîyek û pirseka nîştmanî û ji çerçevê hizbatî û gotaru programan ya derketî ye.

Em di bînîn, di van çend mehên borî, ji alîyê serokê herêmê, serokê hikûmetê, partîyên cuda û kesanên ekademîk û rewşenbîr, daxuyanîyên cuda li ser pêdvîyatîya dest pêkirina çaksazîyan li Kurdistanê hatine kirin. Lê ji alîyê çawanîya dest pêkirinê û mekanîzmên wê bo çareserîya qeyranan, gelek emma û eger hene.

Ji alîyekêdin ve, yeknegirtina partîyên sîyasî li Kurdistanê, li ser pirsên nîştîmanî, qeyranên îdarî û darayî, nebûna mûçeyan, îflîca parlementoyê û hikûmetê, zêdebûna gendelîyê roj bi rojê, ya bûye sedema peyda bûna bê bawerîyê dinavbera xelkê û desthelatê da û gomanê dixe ser prosesa çaksazîyê. Lê ji alîyekêdin ve, guhrînin sîyasî û leşkerî yên bi lez li rojhilata navîn, şerê pêşmerge dijî Daişê wek rêxistineka terorîstî û tundrew li ser astê cîhanê û pêgehê stratejîk yê Kurdistanê di vê milmilanê da, li gorî boçûnên hindek çavdêrên sîyasî, delîveka nûye, li pêşîya gelê Kurd ji bo bicîh hatina xewnên wan yên sed salî û avbûna dewleta Kurdî.

Wînistun Çirçîl sîyastmedarê navdarê sedeyê çûyî dibêje: baştirîn delîve li ser demê qeyrana çêdibin .. aya hêzên sîyasî li Kurdistanê amadene van qeyranan bi rêka çaksazîyê bikin delîve bo bicîkirina armancên neteweyî? Li Kurdistanê, çaksazî pêdvîye li kîj warî bên encamdan? Binema û mekanîzmên encamdana çaksazîyê çine?

Bo bersiva van pirsîyaran me bîr û rayên van berêzan wergirtin:

Dîndar Nicman Doskî            Diktor Ehmed Safar            Sebrî Silêvaneyî                    Fazil Umer

Babetên bi vê mijarêve girêday