Mesrûr Barzanî zengila sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê lê da

Mesrûr Barzanî zengila sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê lê da

WAAR_Duhok:

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke Duhokê merasîma destpêkirina sala nû ya xwendinê birêve çû.

Sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê bi gotara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke Duhokê dest pê kir ku li tevahiya Herêma Kurdistanê, milyonek û 700 hezar xwendekar hene ku dê di sala nû ya xwendinê de beşdar bibin.

Mesrûr Barzanî sala nû ya xwandinê 2019-2020 li xwendekar û mamostayan pîroz kir û ji bo xwendekaran got: “Xwendin destpêka jiyanake nû ye û kesayeta herkesê li dibistanan dest pê dike. Dahatûya welat di destê we de ye û eger hûn xwe baş perwerde bikin, hûn dê welateke baştir dirust bikin. Hûn dikarin qonaxeke nû li Kurdistanê bidin destpêkirin. Alaya zanîne û pêşkevtinê hilgirin û siberojeke mezintir ava bikin.”

Careke din pîrozbahiya destpêkirina sala nû ya xwendinê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Babetên bi vê mijarêve girêday