Mesrûr Barzanî: Kurd destberdarî serxwebûnê nabin

Mesrûr Barzanî: Kurd destberdarî serxwebûnê nabin

WAAR_Duhok:

Serokê Konseya Ehlehiyê yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî: Lazim e ku Bexdad mafê kurdan binase. Tu hinceta Hikûmeta Bexdayê nemaye ku balefirgehên Herêma Kurdistanê veneke.”

 Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe ya bi Al-Monitorê de destnîşan kir ku “ji ku civaka navneteweyî û hikûmeta Iraqê, dazwaza serxwebûnê ya miletê kurd bibine referandum girîng bû. pêwîst ku hikûmeta Bexdayê mafê kurdan nas bike.” Herwiha Barzanî anî ziman ku biryara referandumê ne sûc e, tenê nîşandayîna daxwaziyê ye. Lê belê sekinandina li hember referandumê ya civaka navneteweyî, li dijê rêbaza Neteweyên Yekbûyî ye.Serokê Konseya Ehlehiyê yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku “em beriya referandumê bi gelek welatan re axivîn, tu welatek li hember biryara gelê kurd ya mafê çarenûsiyê derneket. Pirsgirêka wan tenê li ser dema referandumê bû.”

Barzanî di dawiya axaftina xwe de behsa mueyîdeyên ku hikûmeta Bexdayê li ser herêma Kurdistanê didomîne kir: Girtina balefirgehên Herêma Kurdistanê biryarek derqanûnî ye. Gere vê meselê nekirina meseleyek siyasî. Herêma Kurdistanê gelek şertên Hikûmeta Bexdayê qebûl kirin, lê dîsa jî ji bo ku balefirgehan venekin hincetan ji xwe re derdixin. Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî soz dabû ku wê balefirgehan veke lê venekir.

Babetên bi vê mijarêve girêday