Mesrûr Barzanî 200 projeyên stratejî li Herêma Kurdistanê tên dirustkirin

WAAR_Duhok:

Mesrûr Barzanî Serok Wezîrên Herêma Kurdistanê îro berê binyatî bo projeyê enderpasên caddeya Barzan li navenda bajarê Duhokê dana û ragehand, hêvîdar in ev proje bibe destpêkek bo encamdana çendîn projeyên din li Herêma Kurdistanê û di karnameya hikûmetê de, girîngiyê bi hemû waran de didin.

Her di berdewamya peyva xweda serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragehand: Kojmeyê 500 milyar dînaran bo cêbecêkirina 200 projeyên stratejî li seranserî Herêma Kurdistanê hatîne terxankirin dîyarkirjî, ew proje pêkhatîne ji rêk û pra û drustkirina sayloyan û qutabxanew hêlên karebê.

Mesrûr Barzanî amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, hêvîdar in şer û tundûtûjî li Rojavayê Kurdistanê bidawî bibin û deriyên aştî û guftûgoyê bêne vekirin û hemû pêkhateyên neteweyî û olî çi li Rojava û çi li hemû navçeyê bi hev re di aramiyê de bijîn.

Herwiha Barzanî da zanîn ku, divê mafê kurdan çi li Iraqê û çi li Sûriyê di destûrê bên çespandin û bicihkirin û hemû pirsgirêk û kêşe bi riyên aştiyane bêne çareserkirin û xelkê Rojava çareke din rastî êş, araz û koçberiyê nebin.

 

 

 

 

Babetên bi vê mijarêve girêday