Lijna Petrol û Xazê: Gefên Îraqê ti karîgeriyek li ser Kurdistanê nabe

Lijna Petrol û Xazê: Gefên Îraqê ti karîgeriyek li ser Kurdistanê nabe

WAAR_Duhok:

Lijneya Petrol û Xazê li civata nûnerên Îraqê radigehîne; Herêma Kurdistanê berdewame liser hinartina Petrolê û gefên hikumeta Îraqê ti karîgerîyekê lê naken.
Cemal Ehmed El Xemîs endamê lijneya Petrol û Xazê îro ragihand; Hinartina Petrola Kurdistanê bi rêya hêla Kurdistan Tirkiyê ji bo benderê cîhan berdewame û bi heman qebareyê rojane dihat hinartin.
Got jî: Hikumeta Îraqê nikare hêla kevin ji bo veguhastina Petrola Kerkûkê bikarbîne, ji berku nûjenkirina wê budceyeka mezin ji bo divê herwisa hêzeka mezin ji bo parastina êmnahîya wan nawçeyên ew hêl têda derbaz dibe.
Lidor gefên hikumeta Îraqê jî li ser Herêma Kurdistanê wî endamê lijneya Petrol û Xazê dupat kir, ewan gefan ti karîgerîyek liser Herêma Kurdistanê nabe û herwisa ew gef bi bangeşeyeka medyayî bi navkirin.

 

Babetên bi vê mijarêve girêday