Li Peruyê bi lerza 8an erdhej çêbû

Li Peruyê bi lerza 8an erdhej çêbû

WAAR_Duhok:

Li Peruya welatê Amerîkaya Başûr bi lerza 8an erdhej çêbû.

Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand ku ji erdhej ji aliyê başûrê rojhulatê va 80 kîlomêtre dûrî Lagunasê 110 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.

Li gor tesbîtên ewilîn di erdhejê da tiştek bi kesî nehat, lê li hin bajaran avahî xerab bûn, hinek jî xesar dîtin.

Serokê Dewleta Peruyê Martin Vizcarra li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got ku li herêmên ku erdhej lê çêbû xebatên rayedaran didome.

Şaredarê Lagunasê Arri Pezo got ku li herêmê erd pir bi gef û gur hejiya.

Hat gotin ku li bajarê Yurimaguas gelek avahî xerab bûn û ceyran çûn.

Li paytext Lîmayê bi erdhejê ra gelek kes derketin kuçe û kolanan.

Erdhej li Brezîlya, Kolombiya û Ekvadorê jî hat hîskirin.

Li Peruyê di 15ê tebaxa 2007an da bi lerza 7,9an erd hejiyabû û tê da 595 kes miribûn.

Babetên bi vê mijarêve girêday