Li Efxanistanê êrîşa terorê: 3 kuştî, 105 birîndar

Li Efxanistanê êrîşa terorê: 3 kuştî, 105 birîndar

WAAR_Duhok:

Li Kabula paytextê Efxanistanê li herêma Pulî Mehmûd Xan wesayîta bombebarkirî ya li ber Serokatiya Endezyariyê û Wezareta Parastinê hatibû danîn teqiya herî 3 kes mirin, 105 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Nasrat Rehîmî daxuyand êrîşkarên biçek serê sibê li ber avahiyê Serokatiya Endezyariyê û Wezareta Parastinê wesayîta bombebarkirî teqandin, dû ra jî bi çekan va gule li der û dora avahiyê reşandin. Di navbera wan û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket.

Rehîmî daxuyand di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Vahîd Mayar jî daxuyand di teqîn û pevçûnan da 105 kes birîndar bûn

Mayar got ji birîndaran jê 26 zarok û 5 kes jî jin in.

Polêsan û hêzên taybet ên Efxan cihê bûyerê dorpêç kirin, hat gotin pevçûn dewam dikin.

Talibanê berpirsyariya êrîşî hilda li ser xwe.

Nûnerên Talibanê li Dohaya paytextê Qeterê bi rayedarên Amerîkî ra der barê aştiyê da hevdîtinan dikin. Êrîş di vê vê heyamê da hat kirin ku ev jî balê dikşîne.

Babetên bi vê mijarêve girêday